baxos
(baxos xway badey diłxoşîye)
        Li pirtûka:
            Berhemî Xawên
        Berhema:
                Elî Arif Axa (1910-1996)
        
             1 Xulek
             1152 Dîtin
        
        
    «baxos» ey xway badey diłxoşî
wam le gêjawî ẍem û xamoşî
sa destim bigre zû derim bêne
řizgarim bike le dest bêhoşî
bimbe bo bax û gułzarî şadî
bimxe zemzemey yaranî xoşî
ba asûde bê gyan û jyanim
katim beser bem be badenoşî
jîn be xişayşî yezdane welê
nabê tê peřê herwa be boşî
ey dił tikaye katê bisrewe
le dinyay şadî gerek bicoşî