yar eşnêtewe

Li pirtûka:
Berhemî Xawên
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  462 Dîtin
yar min ebînê zû eşnêtewe
wek ẍunçey behar egeşêtewe
min lem kirdare serim suřmawe
řenge bezeyîy pêma bêtewe
dê berew pîrim be lence û be naz
destî bo destim ehênêtewe
řewa nabînim em lutfe be xom
řoḧim mûçřikey pêda dêtewe
destî maç ekem le cyatîy gonay
dergay pîrozîm lê ekirêtewe
be germîy lutfî em newnîgare
befrî çyay ẍem wa etwêtewe
bo min carubar tirûskey şadî
umêdewarim derkewêtewe