xew bû xeyałê bû...

Li pirtûka:
Berhemî Xawên
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  577 Dîtin
ewey diłmî fiřand emřo le gułzara kejałê bû
witim: şadim be dîdarî keçî xew bû xeyałê bû
be yadî dîdenî herdem le perwazaye řoḧî min
be qurbanî ebim gerçî le kirdara minałê bû
ke min şabazî diłdarîm, nîye tirsim le taney kes
le mam û xałî bêbakim ewey kuştûmî xałê bû
weha kewtûme dawî ew kemî mawe le jîn derçim
be carê dam be tałana herçî saman û małê bû
be maçêkî dem û kułmî ebexşim tacekey şapûr
minîş damê hemû řoḧ û dił û ’eqił û kemałê bû