yarekey dembexende...
Li pirtûka:
            Berhemî Xawên
        Berhema:
                Elî Arif Axa (1910-1996)
        
             1 Xulek
             1203 Dîtin
        
        
    yarekey dembexende
. . . . . . . . . .Teksta ne aşkira
nerxî geyştin be to
hejde hezar û hende
gyane desa pêm biłê
maçî demit be çende?
lade le yarî bedxû
le hawdemî diřinde
to zor şox û pesendî
dûr be lew napesende
zekatî newciwanît
meyde be kes be min de
le ’erşî ’eşq û diłda
cêget berz û biłinde
herçî hebim ya nebim
bo to wa buwe bende
le dînî diłdarîda
key baweřim be pende
em şî’ret pê ebexşim
ke şîrîntir le qende