day le cergim tîrekey
Li pirtûka:
Berhemî Xawên
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
1 Xulek
834 Dîtin
yarekem řoḧim fîday bê day le cergim tîrekey
ba bixate gerdinîşim zułfe wek zincîrekey
min ke pêm bexşîwe gyan û gerdin û řoḧ û serim
herçî fermanê eda xoşe lelay yexsîrekey
her be wêney şîrî daykî pêy ḧełal bê xwênî min
ba letupet ka hemû gyanim be nûkî şîrekey
gerçî «noker» lazme lawê bê bazû piř le hêz
yarekey min çaktire lay ew ẍulame pîrekey
pêy witim: bîrit hebê derçûy le dîlî mîḧneta
dulberim zor şarezaye wird û cwane bîrekey
lay nîgaran modeye êstake wa dił řaw eken
yarî min diłpake qet ser nabřê nêçîrekey
mame şêx? min pendekanî tom lela efsaneye
dyare zorfamî xerîkî karzanê jîr ekey