ebê nabê

Li pirtûka:
Berhemî Xawên
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  604 Dîtin
dił û řoḧ û ser û małim bequrbanit nebê nabê
hemû yaranî diłpakim be ḧeyranit nebê nabê
leřêy diłdarî pêm xoşe perêşanî, xefetbarî
hezaran kes be wêney min perêşanit nebê nabê
çîye nerxî dił û gyanî be tîrî ẍemze neypêkê
ser û gyan û diłî ême be nîşanit nebê nabê
tirûskey meş’elî şadî ke to dûr bî le min dûre
jyan xoşîy heta çawim le çawanit nebê nabê
le gułzarêkî zor xoşa jyanit boç beser nabey?
hemû cwanîy cîhan gyane seyrî seyranit nebê nabê
nimûney mu’cîzey yezdanî to wênet nîye bexwa
firîştey ’erş û ḧorî ger be mîwanit nebê nabê