řojî azadî

Li pirtûka:
Berhemî Xawên
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  726 Dîtin
řojî azadî le kel wa hate der
şew nema tarîkî wa bû jêre û zeber
hêzî şêrane legeł hewł û xebat
axrî amancî kurdî xiste ser
hîmmetî merdane kirdey bêwçan
baxî umêdî gel hênaye ber
řêy fîdakarî gelê kospî hebû
hem gelê diřk û diřindey hate ber
gerçî qurbanî dira ya xwên řija
çen hezaran bûne wêł û derbeder
’ezmî połayînî gel neşka ebed
têk neçû řoy leser řêgey huner
«destî xwênawî ebê bîkatewe
qapî azadî newek bazûy qeder»
‏naybezênê hêzî ’alem bêguman
herçî bo serbestîy gel bestî kemer
têşkan û pêşkan û serişkan
xo ebê lêy bikirê her serfî nezer
ew geley bo ḧeqî xoy gyanî bext eka
dyare natirsê le afat û xeter
hîç piřupagende karîger nîye
bende û bawî naḧezîş naçête ser
lapeřey mêjû muḧeqeq bas eka
em xebatî kurde ta bikirête ber