ewey fermûte

Li pirtûka:
Berhemî Xawên
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  764 Dîtin
ewey fermûte mamosta
beřastî zor qisey çake
eger hestê legeł hesta
le çakî û başya take
***
ewey eyxiwênî bo gwêgir
eger xoyşit becêy bênî
nîye karêk lewe çatir
ke towî çake eřwênî
***
witit: nabê dizî bikirê
leser ser em witey toye
demê em kare ser egrê
ke xot ladabê lem hoye