namerdî bedkar

Li pirtûka:
Berhemî Xawên
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 3 Xulek  577 Dîtin
pyawê hebû nalebar
pêyan ewt: qale har
dirozin û ḧîlebaz
ajaweçî û fîtnesaz
bê îş û kar û temeł
pîs û poxil û çepeł
ya xo be şeř ya be xew
řojî egeyan be şew
eçuwe ber qapîy małan
bo cigere û çêşt û nan
xełqî leber zimanî
xorakyan bo ehanî
hem pareşyan edaye
bisrewn lem bełaye
bem çake leber mar
bêsûde nayet be kar
heta řojê le řojan
çuwe małî kameran
řûy kirde xêzanekey
be zimane panekey
witî: xatûnî beřêz
wa le birsa bûm bêhêz
elerzê hemû gyanim
wexte biřwa jyanim
yek-dû nanim bo bêne
ey xanmî bêwêne
epařêmewe le xwa
ke wa serfirazit ka
bextit berz û bała bê
jînit bêskała bê
xanmî çak û diłpak
lem napake neybû bak
boy hêna xorak û nan
legeł cigerey «řosman»
dû dirhemîşî daye
le řîgay ew xwaye
bełam qaley bedsiruşt
ke dîy derga leser pişt
kesî tir nîye le mał
ke agay hebê le ḧał
xoy kutaye dîwexan
witî: ey xanmî cwan
xêr û çake tewaw ke
diłî hejarim řaw ke
dû maçim pê kerem ke
gyanim xałî le ẍem ke
demêke bot nemawim
wek perwane sûtawim
lay to ey cwan eme
bexşînêkî zor keme
agadar nîye hîçkes
herdû maç û îtir bes
xanim witî: ey bedxû
ey sipłey bê’abřû
wehaye cezay çake
letekî em napake
xêra ke heste biřo
ey xwêřî, pîsî xeřo
ey segî sipłey giław
xotim win ke leber çaw
heta dest nedeme dar
bitkem be ’îbretî şar
hemû gyanit pare kem
bo ’alemit çare kem
qale witî: ey xanim
fîdat bê řoḧ û gyanim
jînî min zor bênerxe
lay mirovî em çerxe
hîçe bûn û nebûnim
wek şewe řojî řûnim
bew pence wek bilûre
ger bimkujî lem jûre
bo min bextyarîye
kotayîy hejarîye
emey wit û zû hesta
destêkî da be desta
hicûmî kirde ser jin
her wekû gurgî çiłkin
xanim heta twanîy
piř be demî qîjanî
lem hawar û qîjane
dirawsêy em kołane
hatin hemû bê wiçan
berew małî kameran
bizanin çî řûy dawe
hoy çîye em ajawe
qaleyan dî westabû
xanmîş zor şêwabû
witî: ey xełkî geřek
le cezay nan û nimek
em pyawe bedkirdare
em pîsî nalebare
pelamarî minî da
ke bimka sûk û řîswa
minîş wa be destubird
hawarim bo êwe kird
supas bo zatî ezdan
ke xêra êwey řexsan
be qułpî giryanewe
basî bo gêřanewe
hawsê hemû yekbare
tê geyştin lem bare
hatin qaleyan hêna
têr û piřyan tê hełda
hemû leşyan têk şikan
fiřêyan daye kołan
wityan ey pîsî nakes
napakî sûkî teres
dinya řizgarkirdine
beşî toyş her mirdine
çake letek bedxuwa
xirapeye lay xwa
em base biken be pend
bo xotan bê çûn û çend