bo to

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  326 Dîtin
le dinya herçî şit cwane bo to
gware û lagîre û gerdane bo to
le gułzara diřk ya jałe bo min
guł û gułmêxek û řêḧane bo to
eçêjim min hemû taławî dinya
şerabî şerbetî şahane bo to
emin badey fereḧ nagate destim
le wîskî piř buwe peymane bo to
le poła bo milim zincîr xełate
le ełmas û pilatîn şane bo to
gił û berdî hemû ew herde bo min
hemû ew baẍ û daristane bo to
fiřîn bo min nîye bałim şikawe
fiřokey çakî dûperwane bo to
bekełkim naye zêr û mał û saman
’etîq û gewherî yekdane bo to
hejarîy dił be azarî lebo min
ser û řoḧ û dił û em gyane bo to