tom dî

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  306 Dîtin
tom dî elerzim wa leber hetaw
her wek çolekey le’awhełkişaw
řoḧim xerîke bifřê le derûn
çî bika le goşey qefezî şikaw
ger badenoşî mezet bo ekem
le xwênî dił û le cerg û henaw
pêm nîye biřom zewî girtûmî
yaxud karebay ’eşqî kułim û çaw
qet biřwa meke lem derke derçim
peř û bał şikaw wa kewtûme daw
umêdim hebû diłim pê bidey
meger til bidem be xeyałpiław
zeḧmete řeḧmet qet řû le min ka
heta laşekem ke edrûn le caw