sozî derûn

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  326 Dîtin
tîşkî řojî kułmî to sûtanmî
agirî sozî derûn birjanmî
min gile nakem le zor û cewrî to
tîr û taney naḧezan giryanmî
mał û samanim le dinya bo çîye
to ser û saman û řoḧ û gyanmî
ew kesey wa toy le min dûr xistewe
şêwekey şûmî be şew şêwanmî
em diłem ekem be quşba şêw kebab
ger bizanim gyane to mîwanmî
askî nasin le bask bîre xwar
gyanekem to řoşnîy çawanmî