leser şeqam

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  313 Dîtin
leser şeqamî tazey serşeqam
emřo tuşim bû yek bałanemam
nemamî gułî be dest girtibû
lenaw dû nemam beser çûm nemam
lejêr ’ebawe kewte berçawim
dû memkî qutî lîmoy nabekam
min ke fewtawî destî diłdarîm
řizgarim naka ne xał û ne mam
bêzare řoḧim le azarî jîn
řû be mirdin çûm xêra wa nemam