le min tora

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  280 Dîtin
le encamî ẍemî zora
dił û dulber le min tora
serim suřmawe lem yare
beramber ême zor gořa...
be şew etlêmewe herdem
le dest azar û nasora
hemû tomarî kirdarim
be firmêskî bexuř şora
tewaw samanî min cem bû
lenaw gîrfanî duktora
hejarî jînî şêwandim
ewey mabû be hîç dořa