agirî derûn

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  320 Dîtin
agirî derûn bigeşêtewe
be firmêskî çaw nakujêtewe
giřî henasey ’aşiqî naçar
heresî befrîn etwênêtewe
gerdelûlî bay byabanî ẍem
cengeł û çyaş epêçêtewe
hewr û çexmaxe û birûske û baran
řêga le diłdar nagrêtewe
awat û hîway be hewa fiřîw
taze destî min nakewêtewe
naḧez ke wîstî min pejare ka
le derd û ẍema wa etlêtewe