meylî mey

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  336 Dîtin
demî to maç ekem ger meylî mey kem
perîş maçim bidatê şerte neykem
leber to herçî karî çak û pake
eger mergîş berew pîrim bê neykem
le dengî naskî to şade gyanim
îtir boç yadî xoşî dengî ney kem
serim qurbanî gyanî toye qurban
eger em kare neykem êste key kem
xuda bêwey bika gyanî benerixt
deba min her le dûrîy êwe wey kem
ke memkî pirteqałî tom dî îtir
kwêrayîm dabê ger min seyrî bey kem
beheştî jînî min ger xwa bida pêm
demêke maçî kułim û ew demey kem
biłêy bimre bełê emirim beser çaw
gunahe bo jyan ger hay û hey kem
hemû řojî le řêbazî jyana
byabanî xefet pêwîste tey kem