biřwa be yar

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  269 Dîtin
biřwa be yarî bêwefa nakem
diłim pêşkeşî yarî wa nakem
ew çaresazey bêçarey kirdim
řeçetey deway lê dawa nakem
yarê ke pîşe azarî dił bê
dad û bêdadî hîç lela nakem
ewey ke qedrî minî la nîye
bişmirim lay ew yek tika nakem
le derd û daxî samanî fewtaw
çarem begirjî aşkira nakem
herçende mat û pest û hejarim
le jîna lay kes sikała nakem
le kat û satî řeşebay jîna
xermanî hîway dił be ba nakem
asmanî jîn ta temawî bê
gyanim bo şadî betema nakem