kemerbarîk

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  248 Dîtin
ey diłdarekey naw kemerbarîk
fermû bo baney řaq û tarîk
bipirse ḧałim bizane çonim
le minî hejar xot meke terîk
çunke min tenha gyanfîdam bo to
be řoḧ û be dił lelay tom xerîk
emewê tałîy dûrît neçêjim
be řoj û be şew le to bim nizîk
ke ferman bidey emin bême lat
her be fiřîn dêm wek fiřokey mîl
mestî xeyałî çawî mestî tom
nek mestî badey zor çakî ofîk