xozge nexułqamaye

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  414 Dîtin
xozge sed xozge nexułqamaye
em çerxe pestem her nedîbaye
yaxo ke xułqam dway dû henase
diłim le cûłan řabwestaye
ya le berd û xak le deşt û herda
wek hendê gyandar peyda bûmaye
legeł canewer bûmaye hawdem
peywendîm legeł beşer nebwaye
dostî canewer bêzyantire
le hendê kesan pîs û bedẍaye
ew kare gelêk mirovan eyken
piłeng û gurgîş le destî naye
şeytan ke ełên bede û xirape
le çaw hendê kes firîştey xwaye
ewey ke ekirê bem řojgare
lay merdanî jîr zor aşkiraye
xwaye lem jîne piř derd û jane
řizgarim bikey ewem tikaye