estêrey bext

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  354 Dîtin
direwşa ger le jîn estêrekey bext
ebînî bextyarêk dête ser text
hemû dinya ebête baẍ û gułşen
leřêy bexta efewtê kospî zor sext
le naxoşî, nexoşî dûr ebê gyan
serapa şadîye her wext û nawext
hemû kes yar û dostî bextyarin
le ẍem dûre ehênê da’îmen cext
nehatî hat û ger dawênî girtî
beşt her dête ser hîç ya kem û next