yarekey çawgelawêj

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  267 Dîtin
yarekey çawgelawêj
dûr be le merdî xwênřêj
nizîkî min be çake
diłsozî tom û kembêj
yezdan be ḧeq enasim
gerçî terîkim le nwêj
daxî dûrîy cenabit
kirdûmî debeng û gêj
diłbendî ’eşqî řûtim
aramî gyanim le mêj
leřêy geyştin be to
biřîwme hewraz û lêj
le ’eşqî çawî mestit
minim şerabî ẍemçêj
beser ebem bê’umêd
’umrêkî dûr û dirêj
desa be maçî lêwit
derûnim bike sařîj
îtir xwa bimkujê
bimdene dest laşenêj