qezay to le min

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  320 Dîtin
kurtebałakey xincîley xirpin
diłî min bo tu qezay to le min
to hêşta ẍunçey tazepşikutûy
meço berderga naw komełî jin
jin çenebaz û befêł û ḧîlen
xot mexe dawî řawî dirozin
ew çawe řeşe ew kułme geşe
le baxî jîna ba cîlweder bin
řêzî cwanîy xot bigre tewaw
nekewye tełey xenfusî cirpin
her min gyanbexşî řasteqînetim
her toy awatî řoj û şewî min