tikam lê kirdî

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  250 Dîtin
tikam lê kirdî bimbexşî le tawan
wełamit damewe fermût be çawan
ke çak bû tê geyştî min gunahim
nîye lakîn heme çakey firawan
le řêta gyanî kemnerxim fîdate
be qurbanit hemû xałan û bawan
le to bewlawe kes nakem be yarim
nîgaran ẍeyrî to kem nerx û sawan
ewey zanîwte napak û nefame
lelay xot nawekey derke le nawan
emin řastim behestim mestî ’eşqim
ke her tom hey serawan û binawan