eray çî

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  271 Dîtin
eray çî mat û diłtengî eray çî?
letek min ma’îlî cengî eray çî?
ewa hatûme yanet bûme koylet
keçî bîřeḧim û diłsengî eray çî?
cwanan řûgeş û xoş û be’îşwen
bełam to şoxêkî mengî eray çî?
witey nakes diłî řencanî axo?
egîna mat û bêdengî eray çî?
bitî dinyay cwanî her etoy bes
le fermandarî bêdengî eray çî?