dway her ẍemê

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  248 Dîtin
dway her ẍemêk şadî heye
dway bendî azadî heye
řastî û dirustî zor keme
pyawanî zor maddî heye
wa çake gwê bigirin lewey
wa dad û bêdadî heye
agay le birsî bê ebê
kê zadî zor zyadî heye
pêwîste zor dûr bîn lew kesey
kirdarî zor ’adîy heye
nagate şîrîn herkesê
wa řencî ferhadKesy heye
bedxû ḧeqîre gerçî ew
şêwey perîzadî heye
ew merde bextî řoşne
bo paşeřoj yadî heye