mey exomewe

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  318 Dîtin
min heta mawim mey exomewe
zuxawî diłî pê eşomewe
ger nehatîm dî leřêy jyana
bo yaney neman zû eřomewe
herçend lawaz û mat û bêtînim
gyanim girane be dest lomewe
wekû xinkawî zîndanî mîrî
nûze dernayet le gerûmewe
tirûskey umêd dyar nîye bo min
le asman û le asomewe