kwanê diłsozê
Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
1 Xulek
469 Dîtin
kwanê diłsozê lenaw wiłata
ya lenaw şara ya le dêhata
ḧałî zarî min ke wa bipirsê
le her zeman û kat û se’ata
kwanê hawdemî dostî hawřazî
le řojî xem û derd û afata
kwa çaresazê bo daxî derûn
le germe û tînî dad û şikata
kes dyar nîye meger le ḧałî
de’wet û şadî û dyarî û xełata
hîçkes neymawe pîşey dilsozî
bo ẍaye nebêt le ka’înata