cwanîy to

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  322 Dîtin
cwanîy to diłdarekem bêwêneye
kułim û çawit her wekû awêneye
to le her layek nebî wek dozexe
bêyte her layek beheşt ew şwêneye
gyanekem hawřazeket zor kafre
kuştinî êmey lela dirwêneye
xoy nîye tenha qełaçoman eka
zore naḧez dujminî em xwêneye
yarî min bexşînî hîç pîşey nîye
wek mela «hay» la nîye her bêneye