werin

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  323 Dîtin
werin emřo behare mey binoşîn
be carê bergî diłşadî bipoşîn
werin derçin le şar û řû bikeyne
der û deşt û le xoşîda bicoşîn
werin dûr bîn le azar û le bêzar
le bezim û řezim û seyra tê bikoşîn
nema tirsî birakuştin le şara
ebê îtir pyałey ẍem nenoşîn
le kes ẍem nakřîn bem řoje xoşe
be yaranîş ẍem û hem nafroşîn
ke nazdaranî gułşen cîlweder bin
be gyan û dił serapa ême xoşîn
gerekmane hemû kes dił fereḧ bê
hemû xawen şî’ir û bîr û hoşîn