êwe kên

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  312 Dîtin
êwe kên ey řûgułîne êwe kên
tu xuday ’aşiq û muḧîbbet pîm biłên
êwe kên bêbak û meẍrûrin ke wa
zor be’azayî berew em şare dên
êwe kurdin ya mecûsin ya meẍol
pencetan sûr kirduwe her dey be xwên
tê peřîn û hîç netanpirsî le min
hîç netanfermû ke wa çîn û le kwên
naz û řaz û deng û řengî êweye
wa elerzênê diłî baz û şehên
min diłim çon esrewê bem zamewe
çon bidem bem řoḧe bo şadî bełên