hatûy

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  300 Dîtin
bełên wabû berew em yane hatûy
bikem biřwa ke hatûy yan nehatûy
bexêr hatî fîdat bê řoḧ û gyanim
dyare bo ser em çawane hatûy
le perwazaye gyanim zor be xoşî
çiray bo lay minî perwane hatûy
le bazařî nemanî řêz û nirxa
be wêney gewherî yekdanehatûy
erê ey dił etoş wek bulbulî zar
be nałey zarewe bolay nehatûy
serim suřma le kemhoşîy to ey dił
legeł ẍemda erê boç řanehatûy