ey «’elî merdan»

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  733 Dîtin
ey ’elî merdanKes ey ’elî merdan
ey pîrî dengixoş ey merdî merdan
ey cûłênerî hest û hoş û gyan
ey bebaderî ẍemanî jyan
wa swêndit edem min be kurdistan
be gyanî pak û xwênî şehîdan
be çawî mest û kîjołey kwêstan
be řengî ał û gułałey kejan
be bay nesîmî xoşî berbeyan
hem be cirîwey melî gułistan
tuxwa qetarêk biłê zor becoş
ba pestî diłan bikeyn feramoş
be corîk çya bênête lerze
bênête xiroş ehlî em erze
ta bibê sařêj derûnî zamar
‏tefrutuna bê hurjumî azar