ewey fermûy

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  314 Dîtin
ewey fermûy be min to mey menoşe
şitêkî seyre xoşî badenoşe
ewey eyut bira her çake çake
leber naçakî, xełkî lêy becoşe
ewey řêgay xwanasîy nîşan dam
ełên xoy mest û pest û şeřfiroşe
ewey pendî eda bo tendirustî
ełên xoy zar û zamar û nexoşe
ewey wa řaberî ’îlim û edeb bû
le řê laydawe zor bî hoş û goşe
ewey we’zî eda bo pakîy dawên
ełên her şew qepatmey wa le koşe
ewey xoy tembeł û bê îş û kare
ełê pêm takû mawî tê bikoşe
ewey mîlletperistî kirdewey bû
xerîkî «řîst û sê as û filoşe»
ewey nawbangî derçûbû be jîrî
be gawanî ewt gam bo bidoşe
ewey tawanî zyatir bû le şeytan
be mam şêxî ewt siřim bipoşe
îtir çon baweřim bê min be însan
kewabû çak û pakî kem peroşe