maçê

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  362 Dîtin
nebexşî ger be min lew lêwe maçê
etirsim řencî diłdarîm be ba çê
betenha ’eşqî to cêgîrî diłme
be diłma cwanîy em dinyaye naçê
ekewme dozexî derd û beławe
leberçawim ke ew řuxsare laçê
be nînok hełkenim min goř lebo xom
nîye karim be bûnî bêł û paçê
ewey wa to ke diłgîrka le ême
hemû gyanî be kûrey agira çê