jyanim cîloder ke

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  267 Dîtin
were gyanim jyanim cîloder ke
be şadî ẍem le goşey dił bederke
demêke to le min dûrî bequrban
serêkim lê bide to min beser ke
gelê şî’irim heye bo toy exwênim
şitêkî cwane hendêkî leber ke
bebê to ême lem şare hejarîn
bese bes hênde to meylî sefer ke
ke tawanit le min dî lêm biřence
binaẍey jînekem jêre û zeber ke