to

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  300 Dîtin
hewałî to hemû dem ger nepirsim
le tane û tîrî namerdan etirsim
ke etbînim hemû gyanim elerzê
feramoşî ekem eş’ar û dersim
le řêgey małî êwe naḧezim dî
be wêney caşî mandû kewte ser sim
fîdat bim min le zumrey ’aşiqana
mirovêkî benirx û berz û qursim
wełamî mes’eley řazî muḧîbet
betenha her le zatî to epirsim