goranîy lawanî cîhan

Li pirtûka:
Dîwanî Goran
Berhema:
Goran (1904-1962)
 1 Xulek  496 Dîtin
(1)
yekman exa yek hîwa,
lempeř heta ewpeřî dinya.
řêman pê bigrê dujmin,
bê guman ser eda le asin!
lawan ger deng hełbiřn,
gelan gişt řa’epeřn,
goranîy lawan,
piř eka jyan,
le şadî bo hemû
(dewr)
beste bo şadî ełên gişt lawekan
lawekan... lawekan...
çon le bermana ewestin dujminan?
dujminan?
legeł lawan,
ełên gişt cîhan,
be yek ziman:
çon le bermana ewestin dujminan?
dujminan? dujminan?
(2)
le bîrmane kořî ceng:
çon piř bû le meytî şehîdan
ew xwêney xakî kird řeng,
bû be morî birayîy gelan.
desa ey têkoşeran!
bo dad û aştîy cîhan,
bigirin řêy xebat;
bigene awat;
bigene arezû.
(3)
dengî zułałman, be swên,
amancêkî pak eda bełên
serberzî biřwamanîn
be řastî diłsozî însanîn
bełam hêze gumřakan,
bûn be hoy tałîy jyan!
ba bimrê xwên mij!
şeřfiroşî pyawkuj
serkewê aştî, zû!