herwek kerem

wêne le edebî turkî
Li pirtûka:
Dîwanî Goran
Berhema:
Goran (1904-1962)
 1 Xulek  517 Dîtin
le kitêbî «min şi’ir nazim ḧikimitErebî» wergîrawe
hewa qurse herwek gulle
hawar ekem
hawar ekem
hawar ekem
řaken, werin,
minim edem
îznî destiřêj
îznî gulle!
witî be min:
to esûtêy
be agirî dengekey xot,
ebî be xoł;
herwek kerem
giřî ’eşqî xoy berbû têy!
kiłołî zor
bełam hawřê ta biłêy kem!
gwêy diłanîş
le ’astit keř
hewayş qurse herwek gulle
minîş ełêm:
ba bisûtêm
bibim be xoł!
herwek kerem
 
min nesûtêm
to nesûtêy
kes nesûtê
ey çon deycûr
ebê be nûr!
hewa wiřaq, wekû zewî
hewa qurse wekû gulle
minîş hawar
hawar ekem
hawar ekem
hawar ekem
řaken; werin,
minim edem
îznî destiřêj,
îznî gulle!