řast binewe

le şî’rî «cemîl sîdqî zehawî»yewe
Li pirtûka:
Dîwanî Goran
Berhema:
Goran (1904-1962)
 2 Xulek  562 Dîtin
bo naxene ser zimanî agirdar:
le kelleda çîtan heye le efkar?
hengaw binên berew amanc bebê tirs,
hajetan bê, wek řeşeba, wek řûbar!
řast binewe be qînewe le řewişt,
ser şoř meken, ta tenanet bo eqdar!
têkřa giştitan, xotan xêwî xotan bin,
wek serdemtan bo serdemane serdar!
be qełembaz hengaw binên berew pêş
ba bigene pêşkewtuwan le řêbwar!
bêt û sistî pêşan biden le guřa
hoy şerim ebin bo «ye’rub» û bo «nezar»
jyan çîye? kořî şeřî serumiř,
wey be ḧałî bê hêz le destî zordar!
kê zał ebê? koł nederî dił piř zat
kê ebezê? tirsinokî bê biřyar!
ba, pîr xoyan laden, kuřî meydan nîn
sa lawîne, dey řojtane, dey zînhar!
kon fiřê den, nwê bipoşin, hetakey:
keş wifşî diroy naw bergî pêrar?
xo řizgar ken le bendî gişt baweřêk
ke tarîkin, řê win eken be řêbwar!
be aşkira, bangî řastî bo xełkî
cař biden û boyan derxen gişt esrar!
cwane řastî wek dîmenî beyanî
wek estêre řûte û řûne û pirşing dar!