amojgarîy împiryalîzim

Li pirtûka:
Dîwanî Goran
Berhema:
Goran (1904-1962)
 2 Xulek  1030 Dîtin
împiryalîzim exwazê kut û mit waman amojgarî bika ke şa’îrî gewre me’rûf «řesafîKes» honîwyetewe. bełam ême eger em amojgaryane le gwê bigrîn dyare ke ta bîneqaqa kemtirman naçeqê! eger betewawî pêçewaneş biřoyn beřêwe, ewa ew xoy heta nûkî gwêçkey kerekanî le naw quřa niqum ebê!
ho xełkîne! wirte meken
dem le qise hergîz meden
binûn û hîç bêdar mebin
her nûstuwanin pê’egen
řû wergêřn lew şitaney
ke înc çîye, pêştan exen!
be le’net ken têgeyîştin
çend be kełke hîç tênegen
lenaw delyay nezanîna
ba her meley xotan biken
xo syaset, lêy bikewn
paşan peşîmanîy eben!
ger dûy kewn ew caduwe
xotan le naw telîsim exen!
hat û bo qisey ’adetîyş
demtan cûła, ebin be pen!
řûgirj mebin le zułim û zor
bo ’edił û dad gwê hełmexen
kamtan etanewê bijîn
be xoşî û ḧurmet, şad û şen?
gwêtan bigirin legeł çawtan
lews û liçtan lewaşe ken
çunke her be keř û lałe
ḧurmet eden, bayex eden!
hîway qełbî bextyarî
lem jîneda eçê be çen!
jîn her jîne: têr bî û birsî
řizq her řizqe: ’emar bê û men
milkeç bin bo ḧukmî qeder
ba hemûşî her gen bê û gen!
sitemtan dî pê xoşḧał bin
biłên: her siteme pesen!
tê hełdiran supas ker bin,
zille, biłên «çil ta bizen!»
witra pêtan: hengiwîn tałe
biłên: tałêk, corî degmen!
witra be řoj: eme şewe
biłên: ewe gişt estêren!
witra: kwêrekanî, zêye
biłên: her lafawe dîmen!
eger witra: ey xełkîne
pel pel ekeyn daykî weten!
bo şukirane sucde berin
sema biken, hetakû hen!