dwênê
le ’erebîy cebran xelîl cebranewe
Li pirtûka:
Dîwanî Goran
Berhema:
Goran (1904-1962)
3 Xulek
1104 Dîtin
diłêk ta dwênê hembû, kwa? nema
dinyay bêzarî le dest řizgar bû,
’umrêk bû le jîn řencî çû be ba
bew ax û nałey ke bo nazdar bû! diłdarî çîye? estêrey asman!
legeł şebeqî řoja win ebê,
neş’ey: wehmêke gîrodey neman
cwanîyekey çeşnî sêber la’eçê,
peymanekanî: diroy xewî cwan
gişt hîçin katêk hoş bêdar ebê çend legeł tase şewm birde ser?
çawdêrîy tasem ekird ta nenûm!
nawcêgem dax bû be yadî dulber
eyut: «ho nenûy ’aşiqî meḧrûm!»
azar be çipey zû zû le gwê der
eyut: «bo ’aşiq her wehaye xûm» çû ew řojane, beserçû, mijde!
ey çaw! ewa dê wenewzî şîrîn
ey gyan! wiryayî le dest bermede
le bîrit neçê taławî dêrîn! herçen ekewte şinebay beyan:
xoşî xoşîm bû, semam ekird min
herçen day’eda le hewrêk baran
wek şerab awîm le cam ekird min!
mang le asowe bîkêşaye ser:
yarim lada bû, heram ekird min! eme gişt dwênê, dwênêy tîjguzer
temê bû řoyşit, laçû leser çaw!
teskînî «mêjû» bê ser û şwên ker
her wek fû xoy da le biłqî ser aw! sa ey birakan! her ke «su’ad» hat
pirsîy: «kwa kuřêk dił birîndar bû?»
biłên: «řojanî dûrîyekey bałat
daymirandewe giřêk lêy dyar bû;
pişko kewtiwete jêr xołemîş, mat
sařêje zamêk ke hoy hawar bû» eger tûře bû, tuxwa lêy megirin,
girya: diłsoz bin, firmêskî bisiřn
hat û pêkenî, baş diłnya bin!
ke her wehaye ’eşqî pyaw û jin! egeřêtewe axo ewey çû?
ew xoşewîstey ke nazdar bû zû?
dêtewe hoş xoy gyanî xewałû
ta bimtirsênê be řoy řabûrdû?
yan bestey behar egate eylûl
ke kune gwêçkey be geła piř bû? ne’, îtir zîndû nabêtewe dił,
ebê be çîlke ke wişk bû çił!
destî direwker jîn nada be guł
paş ewey biřî le bincî naw gił! gyanî naw leşim pîrî lêy dawe,
be ḧesret nîgay bo dwa çerxawe,
le singima meylêk cûłey germawe
leser dar ’astay sebir westawe,
hîwam têk şikaw, bałay komawe
gerçî xom le çil hêşta nedawe! emeye ḧałim eger lêy pirsîn:
«ey çî be ser hat?» pêy biłên: «şêt bû»
hat witî: «xwaye, řizgar bê, amîn»
biłên: «řizgare be mergêkî zû!»
dinyay bêzarî le dest řizgar bû,
’umrêk bû le jîn řencî çû be ba
bew ax û nałey ke bo nazdar bû!
legeł şebeqî řoja win ebê,
neş’ey: wehmêke gîrodey neman
cwanîyekey çeşnî sêber la’eçê,
peymanekanî: diroy xewî cwan
gişt hîçin katêk hoş bêdar ebê
çawdêrîy tasem ekird ta nenûm!
nawcêgem dax bû be yadî dulber
eyut: «ho nenûy ’aşiqî meḧrûm!»
azar be çipey zû zû le gwê der
eyut: «bo ’aşiq her wehaye xûm»
ey çaw! ewa dê wenewzî şîrîn
ey gyan! wiryayî le dest bermede
le bîrit neçê taławî dêrîn!
xoşî xoşîm bû, semam ekird min
herçen day’eda le hewrêk baran
wek şerab awîm le cam ekird min!
mang le asowe bîkêşaye ser:
yarim lada bû, heram ekird min!
temê bû řoyşit, laçû leser çaw!
teskînî «mêjû» bê ser û şwên ker
her wek fû xoy da le biłqî ser aw!
pirsîy: «kwa kuřêk dił birîndar bû?»
biłên: «řojanî dûrîyekey bałat
daymirandewe giřêk lêy dyar bû;
pişko kewtiwete jêr xołemîş, mat
sařêje zamêk ke hoy hawar bû»
girya: diłsoz bin, firmêskî bisiřn
hat û pêkenî, baş diłnya bin!
ke her wehaye ’eşqî pyaw û jin!
ew xoşewîstey ke nazdar bû zû?
dêtewe hoş xoy gyanî xewałû
ta bimtirsênê be řoy řabûrdû?
yan bestey behar egate eylûl
ke kune gwêçkey be geła piř bû?
ebê be çîlke ke wişk bû çił!
destî direwker jîn nada be guł
paş ewey biřî le bincî naw gił!
be ḧesret nîgay bo dwa çerxawe,
le singima meylêk cûłey germawe
leser dar ’astay sebir westawe,
hîwam têk şikaw, bałay komawe
gerçî xom le çil hêşta nedawe!
«ey çî be ser hat?» pêy biłên: «şêt bû»
hat witî: «xwaye, řizgar bê, amîn»
biłên: «řizgare be mergêkî zû!»