geřanewe le zîndan

le ’erebîyewe
Li pirtûka:
Dîwanî Goran
Berhema:
Goran (1904-1962)
 1 Xulek  728 Dîtin
derçûm, derçûm, bendim pisan
legeł hawřê û biraderan
hatînewe der le zîndan
dił piř le kîney zordaran
wek demî burkan xiroşayn
le tarîkîda direwşayn
girtimane des «meşxeł» bo řê
lew nirkey topaney ke dê
le bend, le zincîr, natirsîn,
«le gyan bûrdû»y řêgay aştîn!
be duşminî aştîy gelan
çeşîn wekû piłingî lan!
eyxinkênîn, xwênî emjîn
da’eřêjîn binaẍey jîn!
eqîřênîn: bijî xebat!
řoyîşt dîlî, azadî hat!
ey gelanî aza û be zat,
hengaw binên berew awat