saway aştîxwaz
Li pirtûka:
            Dîwanî Goran
        Berhema:
                Goran (1904-1962)
        
             1 Xulek
             1611 Dîtin
        
        
    minałêkim korpey naz
wek bawkî xom aştî xwaz
kotrî sipîy teqłebaz
le çeqeł ekem derbaz
minałêkim, minałêkim, aştîxwaz
namewê girmey bomba
be kutek le kellem ba
namewê çepokî şeř
małî bawkim ba be «ba»
minałêkim, minałêkim, aştî xwaz
bawkim nabê bêkar bê
řût û qût û hejar bê
daykim firmêskî xemî
wek diłopî behar bê
minałêkim, minałêkim, aştî xwaz
namewê hetîw kewm
kelawe bê cêy xewm
leber ewe, mayey şeř
kê bê, dujminî ewm
minałêkim, minałêkim, aştî xwaz
emca merce ta mawim
be zimanî parawim
goranîy aştî biłêm
aştîy řûnakîy çawim
minałêkim, minałêkim, aştîxwaz