cejnî ayar

Li pirtûka:
Dîwanî Goran
Berhema:
Goran (1904-1962)
 1 Xulek  1035 Dîtin
yadî pîroze yekemî ayar
cejnî cîhane bo gişt kirêkar
kirêkar bendî sermayedar bû
řût bû, birsî bû, kiz bû, hejar bû
eyçewsanewe xawen sermaye
be memre û mejî kirêy edaye
le dinyay taze şarî şîkaẍo
hoşî kirêkar hatewe ber xo
hêrşyan birde ser şeqamekan
bo ḧeqyan çeşnî şêr eyan nirkan