cigertanîn
be zimanî minałî sawawe
        Li pirtûka:
            Dîwanî Goran
        Berhema:
                Goran (1904-1962)
        
             1 Xulek
             1469 Dîtin
        
        
    cigertanîn, sawatanîn
gułî baxçey hîwatanîn
bizey naw bêşkeyn bo daykan
řûnakîy çawîn bo bawkan
hêzî dwařojî însanîn
bekełk ebîn herwek cwanîn
mawe meden şeytanî şeř
dezgay kîney bixate geř
be çexmaxey tîşkî etom
êsqanmantan bo bika be mom!
mawe meden bêşkey minał
giř têy berbê wek koy zuxał
mawe meden řûy erz hemû
bête hêlaney bê bêçû!