ey lawî kurd

Li pirtûka:
Dîwanî Goran
Berhema:
Goran (1904-1962)
 2 Xulek  1557 Dîtin
ey lawî kurd! kuřî aza:
dananewênê bo qeza:
bo zułim û zor, milî řeza!
ne be nyaz, ne be niza.
nîştimanit řizgar ebê,
komełit bextyar ebê!
hêz pêwîste bo ḧeq sendin:
hêzî pêkhatûy yekgirtin
hêzî baweř, hêzî witin
hêzî kirdin, wirey duşmin
her hêz binçîney derdênê
qełay sextî elerzênê!
řêgay amanc ba samdar bê
ba piř le tirs û azar bê
diłsoz řaber, hêz řêbwar bê
komeł yek gyan, yek biřyar bê:
karwanî çon pêş nakewê?
duşmin le berya nařewê?
ey lawî kurd, ey řołey jîr
ey nîştiman dîlî zincîr
ey komeł yek çînî feqîr
nabê hergîz derkey le bîr:
ew îstî’mare xwên mije
ke kurdikuje, hejarkuje!
ew ejdîha jarpijêne,
parû le nawdem fiřêne
řenicder le birsa mirêne
wek piłing şiř ke, bidřêne!
ba kurdistan serfiraz bê
beheştî nî’met û naz bê!
ey lawî kurd! piłingî lan!
kuřane baz dere meydan;
ḧeq bisêne be řencî şan
bo gişt hejar, bo gişt însan!
le kê? yekem le îstî’mar
emca dagîrker û zordar!