goranîy qutabîyan

Li pirtûka:
Dîwanî Goran
Berhema:
Goran (1904-1962)
 1 Xulek  738 Dîtin
beser dinyay firawana
dengidanewey goranîman
be lawanî gişt řûy zewî
egeyenêt birayîman,
***
îtir hergîz řûy řojî řûn
danapoşê hewrî çiłkin,
tirsî tał û tarîkî şeř
řûnakîman lê naka win!
***
ey qutabîy wiłatan gişt,
be yektirî bibestin pişt!
be yekyetîy wird û dirişt
ḧeqî aştî exeyne mişt!
***
bombay etom naytirsênê
hêzî lawan xoy binwênê,
řawestawîn wek pałewan
ecengîn ta şeř namênê,
***
ta meşxełî azadîy gişt
giř le gişt la heł’esênê!
. . . . . . . . . .Teksta ne aşkira
. . . . . . . . . .Teksta ne aşkira
***
ey qutabî bo yek girtin
le xebata bo pêşkewtin,
bo pêşewe berew aştî,
berew bextyarî çeştin!