segweř

Li pirtûka:
Dîwanî Goran
Berhema:
Goran (1904-1962)
 1 Xulek  1079 Dîtin
bo ewaney xoyşyan ezanin ke le naḧeq egefin!
tûley dergay aẍayan gişt
kilkî naye ser neřey pişt!
serî kêşa, dî: binî aw
tûley tyaye, serdakêşaw!
gwêçkey qut kird... gwêçkey qut bû.
ke boy miřan... boy miřan zû
ḧep, ḧep... ḧep, ḧep...
ḧep, ḧep... ḧep, ḧep...
- bitnême jêr be gaz, be qep?
- bitnême jêr be gaz, be qep?
- ḧep, ḧep... ḧep, ḧep...
- ḧep, ḧep... ḧep, ḧep...
- tûley bin aw, segî xwêřî!
wat lê hat le min bweřî?
- tûley ser aw, segî xwêřî!
wat lê hat le min bweřî?
- ḧep, ḧep... ḧep, ḧep...
- ḧep, ḧep... ḧep, ḧep...
tûley dergay aẍayan gişt
wek kełeşêr kilk leser pişt
ewen weřî... ewen weřî
ta le kase, çaw derpeřî...
***
minîş hendê kes, paş mile
lêm kewtûne teqey zile
bełam, min wek ḧewzêkî meng
hergîz lêyan nayeme deng!
ba bo xoyan her bigefin;
her xoyan herdû terefin!