çeqeł

Li pirtûka:
Dîwanî Goran
Berhema:
Goran (1904-1962)
 1 Xulek  1300 Dîtin
elûrênê...
çeqełî pîr elûrênê...
biłêsey dû çiray çawî
berew awayî ekşênê:
lenaw tarîkayîy şewa,
katêk çawan wan le xewa
katêk seran leser serîn
bo xew ejîn! bo xew ejîn!
çeqeł! çeqeł! çeqełî pîr!
be lûre lûr
hatûy le dûr,
lekam ketna kul ekey bîr?
danit le goşt mirîşk cîře,
yan kełeşêr...?
yan xerîkî ekey zîře
bo kulênî piř xêr û bêr?
yan qepoz amadey qepî
bo qoztinewey kotrî sipî?
çeqełî pîr! çeqełî geř!
bîrî pûçî naw mêşkî leř
le ser derke,
xot bes ker ke!
wa xerîke: şebeq eda,
kełeşêr bangî ḧeq eda,
xawen kulên, wirya û bêdar,
bałî hełmałîwe bo kar,
kotir efřê û mijdey aştî
cař eda be dirêjîy geştî!
îtir çeqeł!
tak yan komeł:
şoř kenewe kilk bo nawgeł,
bikşênewe berew şexeł,
biřon, xway şeytantan legeł!