casûs...

Li pirtûka:
Dîwanî Goran
Berhema:
Goran (1904-1962)
 1 Xulek  887 Dîtin
bê xişpe û zyan dar
ekşêm çeşnî mar:
be pêç û be pena
bê hera û bê zena
egeřêm, egeřêm
ta tûşî nêçîr dêm!
nêçîrî hejarim
bê xeber le karim
westawe bêguman
le marî bê aman!
ewende ezanê
şeqeyek dê û danê
le zamî eçeqê
jan wek top eteqê
nêçîrî gilawim
ebînim be çawim
çon eka tepawtil
le ’ezret jan û gil
bełam min bê hestim,
îtir çon derbestim?
jan çîye û zyan çî?
bezeyî û wîcdan çî?
ewende ezanim:
dujminî însanim
direng, zû, řojêk dê:
kam însan, le kam cê?
qonderey bimgatê,
ḧeqî xom edatê!